المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hewlêr.. Salvegera sêyem ya koçbarkirina hunermendê Kurdistanî û pêşmerge Seîd Gabarî hate vejandin…

0 63

Roja pêncşemê 4ê Gulana 2023an,salvegera 3emîn a koçbarkirina pêşmerge û hunermenê kurd ” Seyîd Gabarî” li Mala wî li navçeya Mela Omer yê gundewarê bajarê Hewlêrê hate li darxistin…

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên siyasî û nivîskar, rewşenbîr, civakî ,û malbata hunermend Gabarî û kesûkarên wî…

Weku tê zanîn ku hunermend ” Seyîd Gabarî ” di 4 ê gulana “2020” an, li nexweşxaneya Serdem li bajarê Hewlêrê çû ber dilovaniya xwedê, û li goristana Mela Omer li Hewlêrê hat bi xak spartin.

Û herwiha derbarê kar û xebat û Jiyana hunermend kurd Pêşmerge ” Seyîd Gabarî “….

Hunermendê kurd ” Seyîd Gabarî”Ku ji dayîkbûna sala “1956 ” li gundê “Xirab Kejê ” yê bi ser bajarê Amûdê yê kurdistana Sûriyê , û li Gundê Girzîn dest bi karê Hunerî kir , û herwiha Seîd Gabarî yek ji hunermendê naskirî bû di nav kurdan de û bi nivîsandina û gotina stranan bi deng û awazên xwe gelek stranên wî navdar bûn û hunermend Gabarî bû xwedan dîrokeke dewlemend di dibistana hunera kurdî de…

Û herwiha ji rexekî dî ve hunermendê navdar “Seîd Gabarî”, di zaroktiya xwe de bi temenê ” Heşt” salî bi dayîka xwe re bi dest Karê stranan kir. .

 

Û herwiha bi temenê “Deh” salî de, di sala” 1969″ li Qamişlo yekem Strana xwe tomar kir.

 

hunermend” Gabarî ” bi gotina stranên şoreşgerî û netewî ,û bi stranên evînî û gelêrî jî navê wî li deverê û li cîhanê hatiya tomar kirin.

 

Hunermendê kurd di dibistana hunera kurdî xizmet di werê netewayî û ziman û stranan de jiyana xwe derbas dikir.

 

Û gelek berhemên wî hatine tomarkirin û ji vê yekê hunermend ” Seyîd Gabarî ” bo xwedan dîrokeke dewlemend di hunera kurdî de û di nivîsandin û gotina stranan bi deng û awazên xwe, yê ku her dem di dilê me de zindî bimîne.

 

Û herwiha Hunermendê navdar “Seîd Gabarî ” di civaka kurdî de bi hestên stranên xwe yê netewayî û welatparêzî êş û derdê miletê kurd ji cîhanê re diyar dikir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.