المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJHILAT YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 86

Encûmena Xwecihî ya Rojhilat li Hesekê ya bi ser ENKSê ve,di roja Çarşemê,3.5.2023 de,li Hesekê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihyan hate xwendin û ji aliyê hemû endaman hat gengeşe kirin.

Herwih di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gengeşe kirin.Û gengeşekirina şert û mercên zehmet ên jiyanê ji ber berdewamiya hilweşîna lîreya sûrî û buhayên bilind.

Wek tê zanîn du xwecihî li bajarê Hesekê Hene yên bi ser ENKSê ve,ya Rojava û Rojhilat.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.