المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Girgê Legê çilrojiya xebatkar ” Ehmed Silêman ” hate li darxistin…

0 78

Bi vexwendinek ji malbata xebatkar “Ehmed Silêman û PDK.S,çilrojiya xebatkar Ehmed Silêman ” hate vejandin bi serdana gora wî li goristana Girgê Legê û fatiha li ser gora wî hate xwendin…

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya û Rêxistinên jin û ciwanan…

Û herwiha di vê çilrojiyê de hejmarek gotin hatin pêşkêşkirin..

Gotina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ji aliyê M,Mihemed Ismaîl, endamê ofîsa siyasî ve hate xwendin û têde ser rola xebatkar Ehmed Silêman û karê wî di tevgera siyasî û kurdî de anî ziman..

Û gotina malbatê ji aliyê M,Salih Cemîl ve hate xwendin û têde spasiya hemû mêhvanan kir li ser beşdarbûna we..

Û tê zanîn ku roja şemiyê 23ê Adarê ji ber nexweşiyeke giran xebatkar “Ehmed Silêman ” çû ber dilovaniya xwedê û li goristana bajarê Girgê Legê bi xakê hat spartin ….

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.