المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandekê ji Rêxistina Domîz a PDK-Sê beşdarî di merasîmên behîdariya Eqîd Elî Yûsif Ne’mo de kir…

0 80

Şandek ji rêxistina Domîz a bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, beşdarî merasîmên şîna “Elî Yûsif Nemo,pêşmergeyê şoreşa Gulan û Êlûnê ..

 

Û ev şanda PDK-Sê bi serokatiya M, Hacî Kalo, endamê komîteya navendî û berpirsê Rêxistina Domîz û hejmarek ji endamên komîteya Herêmî û kadroyên wê pêk hat..

 

Û di derbarî vê yekê M,Hacî Kalo ” gotinek pêşkêşkir û têde bi giştî ser karê pêşmerge “Elî” û têkoşîna wî di parastina milet û sînorê xaka pîroz a Kurdistanê ,û xebata wî ser rêbaza Barzaniyê nemir axifî..

 

Û herwiha tê zanîn ku xebatkar “Elî Yûsif “yek ji pêşmergeyên Gulan û Êlûnê bû,ji daykbûna gundê “RikAva ” yê bi ser navçeya Dêrikê li kurdistana Sûriyê.

 

Û roja şemiyê 29ê Nîsana 2023an, di nexweşxaneyeke bajarê Zaxo de li Herêma kurdistanê koça dawî kir..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.