Home / Uncategorized / Rejîma Sûriyê daxuyaniya Enqerê red dike û piştrast dike ku berî vekişînê normalîzebûn çênabe

Rejîma Sûriyê daxuyaniya Enqerê red dike û piştrast dike ku berî vekişînê normalîzebûn çênabe

Çavkaniyekî ji rejîma Sûriyê êvariya îro Sêşemê rastbûna zanyariyên ku di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de hatine belavkirin, ku tê de behsa gavên şênber ên derbarê asayîkirina peywendiyên Enqere û rejîmê dike, red kir.

Çavkaniyê ji rojnameya Elweten a nêzîkî rejîma Sûriyê re ragihand, tişta ku di civîna wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Rûsya, Îran û rejîmê de qewimî, derbarê mekanîzma vekişandina hêzên Tirkiyê ji Sûriyê bû. û di civînê de tu gavên normalîzekirinê yên di navbera her du aliyan de nehatine nirxandin.”

Got jî: asayîbûn an jî peywendiyên xwezayî di navbera Tirkiyê û rêjîma Sûriyê de tê wateya vekişîna hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê û bêyî vekişînê têkiliyên asayî çênabin û nabin.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku vekişîn mijara yekem e ku divê di danûstandinên proseya asayîbûnê de bê çareserkirin.

 

Jêder:Sûriye TV

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.