المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ESED RAZÎ BÛ KU DU DERIYÊN SÎNORÎ BI TIRKIYÊ RE VEKE JI BO DERBASKIRINA ALÎKARIYÊ .

0 65

Dîplomatan ragihand ku Martin Girîfêt, Kordînatorê Hawarçûnê yê Neteweyên Yekbûyî, di civîneke girtî ya Encumena Ewlekarî ya NY de got ku Serokê Sûrî Beşar Esed razî bûye ku rê bide Netewên Yekgirtî ku alîkarîyan bi rêya du dergehên sînorî bi Tirkiyê re bighîne welatî xwe ji bo heyama sê mehan.

Piştî hefteyekê ji erdheja wêranker ku li Tirkiye û Sûriyê qewimî û zêdetirî 37,000 kes hatin kuştin.

Girîfêt roja Duşemê li Şamê bi Esed re hevdîtin kir.

Herwiha ajansa nûçeyan a rejîmê (SANA) got, “Esed ji Girîfêt re tekez kir ku pêwîstiya alîkariyên lezgîn ji bo derbasbûna hemû deverên Sûriyê, di nav de deverên di bin kontrola grûpên çekdar de”.

Di hevdîtinê de, Esed herwiha tekezî li ser giringiya hewlên navdewletî kir û tekezî li ser alîkariya ji bo avakirina jêrxana Sûriyê kir, ji ber ku ev yek pêwîstiyeke bilez e ji bo aramiya gelê Sûriyê û vegera penaberên Sûriyê bo bajar û navçeyên xwe” .

Herwiha sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonyo Gotîrêş ev biryar pêşwazî kir.

Herwiha Gotîrêş di daxuyaniya xwe de got: “Ez pêşwazî li biryara Serokê Sûriyê Beşar Esed dikim ku îro ji bo vekirina deriyên Bab Elselam û Rahî yên di navbera Tirkiyê û bakurê rojavayê Sûriyê de ji bo dema destpêkê ya sê mehan.”

Herwiha Cotîrêş got:”Ji ber ku hejmara qurbaniyên ji erdheja 6ê Sibatê her ku diçe zêde dibe, pir lezgîn e ku ji hemî mîlyonên bandordar re xwarin, tenduristî û xwarinê, parastin, stargeh, zivistan û pêdiviyên din ên jiyanê werin peyda kirin”.

 

Û wî got jî: “Vekirina herdu xalên derbasbûnê, ji bilî hêsankirina hatina alîkariyên mirovî, bilezkirina pejirandina vîzeyan, û hêsankirina geştên di navbera eksan de, dê rê bide gihandina alîkariyên zêdetir bi leztir”.

Li Waşintonê, Amerîka biryara Esed ya vekirina deriyên sînorî ji bo Sûriyê ya erdhejlêdayî tiştekî erênî nirxand, eger Esed li ser sozên ku dabûn Netewên Yekbûyî cidî be.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Nêd Pirayis di daxuyaniyekê de got: “Eger rejîm di vê mijarê de ciddî be, û heke bixwaze gotinan bi kiryarê re li hev bîne, ev yek dê ji bo gelê Sûriyê tiştekî baş be”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.