المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTIYA EWROPA RAKIRINA CEZAYÊN LI SER RÊJÎMA SÛRIYÊ RED DIKE

0 64

Yekîtiya Ewropî redkirina xwe ji rakirina sizayan li ser rêjîma Sûriyê nû kir, bi zêdekirina daxwazên berpirsên dilsoz ji bo pêwîstiya rakirina sizayan, sûdwergirtina ji ziyanên ku li hin deverên di bin kontrola rêjîmê de ji encama erdhejê derketine.

Kanala Elerebiye ji zarê çavkaniyekî fermî ji Yekîtiya Ewropî piştrast kir ku ew red dike ku bi awayekî demkî yan bi qismî cezayên ku li ser Şamê hatine sepandin bên rakirin û got ku “ev siza bi ti awayî alîkariyên mirovî li xwe nagirin”.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir” ku 10 welatên Ewropî amade ne ku bi rêya mekanîzmaya Ewropî alîkariya Sûriyê bikin”.

Hevdem, rayedarekî Wezareta Derve ya Almanyayê piştrast kir ku “Teqezên Ewropî yên ku li ser Sûriyê hatine sepandin,nayên aktîfkirin li ser alîkariyên mirovî û makîneyên giran ên ku ji bo rizgarkirina qurbaniyên erdhejê û derxistina wan ji bin kavilan têne bikar anîn re .”

Herwiha rêvebirê gerîngeha Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Wezareta Derve Tobiyas Tunkel di twîterê de got: “Yekîtî di 12 salên borî de bi şandina alîkariyên 11 milyar Yoro alîkariya Sûriyê kiriye”.

Herwiha berpirsê rêveberiya qeyranê yê Komîsyona Ewropî, Yanîz Lînartişîtiş, hefteya borî eşkere kiribû ku rejîmê daxwaza aktîfkirina mekanîzmaya parastina sivîl a Yekîtiya Ewropayê kiriye.

Û wî tekez kir, “Komîsyon dewletên endam di Yekîtiyê de teşwîq dike ku bersiva daxwaza Şamê bidin, bi peydakirina alavên pizîşkî û xwarinê, bi çavdêrîkirinê, ji bo piştrastkirina ku ti alîkarî ji bo armancên din ji aliyê hikûmeta rêjîmê ve nayê bikaranîn. ku di bin sizayê de ye”.

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.