المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ALMANYA: PÎŞTÎ ERDHEJÊ SÛRIYAN TIRKAN VÎZEYAN HÊSAN DIKE.

0 83

Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê di roja Şemiyê de,ragihand ku Berlîn dê dayîna vîzeya sê mehan ji bo welatiyên Sûriyeyî û tirk ên ku ji erdhejê zirar dîtine û malbatên ku li Almanyayê hene hêsan bike.

Nansî Vîzer ji rojnameya Bêld re got, “Alîkariya lezgîn e” û got,”Em dixwazin rê bidin malbatên Tirk û Sûriyeyî yên li Almanyayê ku bêyî burokrasiyê xizmên xwe ji herêma zirarê bînin.”

Têkildarî vê destpêşxeriya hevpar a wezaretên hundir û derve, wezîr anî ziman ku niştecihên herêmên ku erdheja ku zêdeyî 25 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, dikarin bi vî awayî vîzeya birêkûpêk a ku zû tê dayîn û ji bo sê mehan derbasdar e, bistînin”.

Ev mekanîzmaya sade rê dide kesên mexdûr ku li Almanyayê “penahiyê bibînin û dermankirinê bistînin”.

Nêzîkî 2,9 mîlyon mirovên bi eslê xwe Tirk li Elmanyayê dijîn, ji nîvê wan zêdetir (1,5 mîlyon) hemwelatiya Tirkiyê ne.

Almanya jî hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê di nav xwe de dihewîne, nemaze ku serokwezîra berê Ancêla Mêrgel di sala 2015 û 2016an de biryara vekirina sînoran da.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.