Home / Uncategorized / Qamişlo. PDK-Sê Salvegera 16emîn a koçbarkirina xebatkar Mihemed Emîn Cemal vejand..

Qamişlo. PDK-Sê Salvegera 16emîn a koçbarkirina xebatkar Mihemed Emîn Cemal vejand..

Roja înê 10ê Sibata 2023an, partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, salvegera 16emîn a koçbarkirina xebatkar “Mihemed Emîn Cemal vejand ,bi serdana gora wî li goristana Qidûrbek li bajarê Qamişlo..

 

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetiyên Nivîskar, rewşenbîr û kesûkarên wî …

 

Û ji aliyê M,Şemdîn Nebî serokê berê ya Xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve Bi xêrhatina mêhvanan hate kirin..

 

Û di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanê xebatkar Mihemed Emîn û hemû pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir rawestiyan..

 

Û herwiha gotina Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, ve ji aliyê M,Nafih Ebdellah endamê komîteya navendî ve hate xwendin û têde ser rola xebatkar û têkoşînar Mihemed Emîn di ber xizmeta doza gelê kurd de anî ziman ..

 

Û gotina malbatê ji aliyê kurê wî ve hate xwendin û têde spasiya hemû beşdaran kir..

 

Û herwiha tê zanîn ku xebatkar “Mihemed Emîn Cemal” ji dayîkbûna sala 1959an ,kesayetekî siyasî û niştîmanperwer bû ,û sala 2007an,di encama bûyereke hatûçûnê de jiyana xwe ji dest da û li goristana Qidûrbek li bajarê Qamişlo bi xakê hat spartin..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.