المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Girgê Legê ya ENKSê serdana malbata xebatkar ” Ibrahîm Hacî” kir..

0 116

Roja înê 18ê mijdara 2022an, Şandek ji Encûmena Xwecihiya Girgê Legê ya bi ser ENKSê ve, bi boneya salvegera 1emîn ser koçbarkirina xebatkar ” Ibrahîm Hacî”serdana malbata wî kirin li gundê Til Cemalê .

Û herwiha ev şanda ENKSê ji aliyê malbata wî ve hatin pêşwazîkirin …

 

Û di derbarê vê salvegera 1emîn ser koçbarkirina têkoşer ” Ibrahîm Hacî” Birêz, Yûsif Xelef” gotinek pêşkêşkir û têde rol û kar û xebata ” Hacî” di tevgera siyasî kurdî de anî ziman …

Û di dawiyê de ev şanda wêneyê Serok ” Mella Mistefa Barzanî diyarî malbata xebatkar ” Ibrahîm Hacî” kir..

 

Û tê zanîn ku ” Ibrahîm Hacî” serokê encûmena şaxê bû li gundê Til Cemal ya bi ser navçeya Girgê Legê ,û di 18ê Mijdara 2021an li nexweşxaneyeke bajarê Şamê koça dawî kir…

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.