المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI ENKSê BI ÊTHAN GOLDIRÎTIŞ CÎGIRÊ ALÎKARÊ WEZÎRÊ DERVE YÊ AMERÎKAYÊ RE CIVIYAN.

0 59

Di roja pênçşemê 10.11.2022’an de,şandek ji ENKSê bi Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê birêz Êthan Goldrîtiş û berpirsa beşê Siyasî xanim Katirîn re civiyan.Û li ser geşedanên li herêmê gotûbêj kirin.

Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji Dr.Ebdulhekîm Beşar û birêz Ibrahîm Biro pêk hat.

Herwiha her du aliyan lihevkirina di navbera Kurdan (li Sûriyê), rewşa penaber û awareyan û gefên berdewam ên DAIŞê li ser herêmê gotûbêj kirin.

Herwiha şanda Encûmenê behsa rêyên çareseriya siyasî li Sûriyê û aloziyên ku rûbirûyê wê dibin ji ber nebersivnedana rêjîmê ji çareseriya siyasî û bang li aliyên Amerîkî kir ku hewil bidin ku hêsankariyan pêşkêş bikin.Ji bo vegera şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û rêyên bidestxistina ewlekarî û aramiyê.

Ji aliyê xwe ve, Goldirîtiş behsa pirosesa siyasî li Sûriyê û pêwîstiya cîbicîkirina biryarên navdewletî bi tekezî li ser şerê li dijî terorê û çavdêriya mafên mirovan li Sûriyê kir, ji bilî wê yekê ku derfeta destpêkirina diyaloga kurdî heye.

Herwiha şanda encûmenê behsa navçeyên rojhilatê Firatê bi giştî û deverên kurdî bi taybetî û koçberiya zêde ya xelkê ji ber xirabûna rewşa jiyanê ya dijwar tevî dewlemendiya herêmê û leşkeriya neçar û perwerdeya bîrdozî ya nenas kir.

Di dawiya civînê de, şanda Encûmenê daxwaz ji aliyên Amerîkî kir ku bandora xwe ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi kar bîne da ku koçberiya xelkê bisînor bike.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê li ser malpera xwe ya medyaya civakî civîn û mijarên ku ligel şanda encûmenê gotûbêj kirine, belav kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Derve ya Amerîkayê bi nûnerên Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê û welatên cîran re hevdîtin pêk anîbû û rewşa navçeyê bi giştî û Sûriyê bi taybetî gotûbêj kiribûn.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.