Roja înê 11ê mijdara 2022an, Rêxistina Domîz a bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve ,li Kampa Domîzê Semînarek siyasî û Rêxistinî li darxist…
Û ev yek bi amadebûna serkirdaya û endamên PDK-Sê.
Û ji aliyê M,Mihemed Elî Ibrahîm ” endamê ofîsa siyasî û berpirsê Rêxistina Domîz ve, ev Semînar bi rêva çû..
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û herwiha naveroka vê Semînarê M,Mihemed Elî” bi giştî li ser rewşa siyasî ser asta navdewletî û herêmî û bandora wê li ser doza kurdî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê behiskir..
Û piştre di Semînarê de Birêz ” Mihemed Elî Ibrahîm ” derbarê rewşa Rêxistinî ya Partî û herwiha rewşa xizmetguzarî di nava Kampê de û rola partî derbarê hevdîtin û peywendiyên têne kirin ji bo dîtina çareseriyeke guncaw ku bi awayekî berfereh ev babet û mijar anî ziman …
Û di dawiya Semînarê de amadebûyan pirsên xwe diyarkirin û bi awayekî zelal ji aliyê Birêz, Mihemed Elî Ibrahîm ” endamê ofîsa siyasî ve persiva wan hate kirin….
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî