Home / Uncategorized / ZIRKAN: TOPBARANKIRINA DEVRA ZIRKANÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE BERDEWAME..

ZIRKAN: TOPBARANKIRINA DEVRA ZIRKANÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE BERDEWAME..

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî ji berî çend rojan de, bajarokê Ebû Rasên û Til Temir û gundewarê wê tên topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

Herwiha di encama van topbarankirinan de, ziyanî mezin gihiştiye nişteciyên wê deverê. Ji ber vê yekê rewşa xelkên devera zirgan bi giştî ketiye metirsiyê û liv û tevgera xelkê pir lawaz dibe.

Di derbarê vê yekê de,çavkaniyekî xwecihî ji devera Zirganê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:

“Di şeveqa her du rojên Çarşem û pêncşemê de, 9 û 10 heyva11 ya 2022an de, katijmêr 5ê şeveqê bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê,bi taybet gundê Şora Rojava bi çekên giran hatin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve.Û ji ber vê yekê xelkê wê dever ji xaniyên xwe derketin.

Herwiha çavkaniyê taybet got:

“Lê piştî topbarankirinên vê dawiyê,û hîn topbarankirin berdewamin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve,rewşa xelkên deverê ketiyê metirsî û zahmetiyê,Ji ber vê yekê liv û tevgera xelkê rawestiya ye.Û xelkên bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê kocber dibin û bajar vala dibe”.

Herwiha di heman demê de jî, nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet her du welatên xwedî hêz( Emrîkan û Rûsiya) dibêjin,Heta kengî wê herêmên me werin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve..

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

DIRBÊSIYÊ : 9EMÎN LI SER SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN EDNAN RUSTIM RE DERBAS DIBE…

Wek tê zanîn di roja pêncşemê, 24.11.2022’an de,bîranîna nehemîn li ser pakrewanbûna pakrewanê şoreşa rûmet …

Leave a Reply

Your email address will not be published.