Home / Uncategorized / NAVEROKA CÎVÎNA ASAYÎ YA DESTEYA SERKIRDAYETIYA BERA AŞTÎ Û AZADÎ.

NAVEROKA CÎVÎNA ASAYÎ YA DESTEYA SERKIRDAYETIYA BERA AŞTÎ Û AZADÎ.

Di roja Yekşemê 6.11.2022,an de, desteya serkirdayetiya Bera Aştî û Azadiyê bi rêya bernameya Zoom (online) civîna xwe ya asayî li dar xist.

Civîn bi gotareke siyasî ya berfereh ji aliyê birêz Ehmed Elcerba serokê Eniyê ve, dest pê kir û tê de dawîn û giringtirîn pêşhatên siyasî yên navdewletî û herêmî, her tiştê girêdayî dosya Sûriyê, berdewamiya aloziya li Sûriyê. ji ber rewşa nemimkûniya siyasî, cemidandina pêvajoya danûstandinan li Cinêvê û nebûna nîşanên çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re.

Di vê derbarê de, Eniyê bombebarana hovane ya Rêjîmê û hevalbendên wê şermezar kir, yên ku sivîl li kampên penaberan li rojavayê Sûriyê armanc kirin, û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ketin, di nav wan de jin û zarok hebûn.

Serokê Eniyê her wiha li ser bandora zêde ya nakokiyên navneteweyî li Ukraynayê, giranbûna vê nakokiyê li ser siyaseta navneteweyî û metirsiya rasterast li ser bazarên cîhanî axvî.

Serokê Eniyê behsa lûtkeya Erebî ya vê dawiyê ku li Cezayîrê hat lidarxistin kir, û ji ber nebûna berçav a serkirdeyên Ereb, tiştekî nû dernexist.

Eniya Aştî û Azadiyê ketina desteya Tehrîr Elşam (Cebhet Elnesra ya berê) ya di lîsteyên terorîstan de ye bo Efrînê û navçeyên derdora wê şermezar kir û pêwîstiya derketina wê ji hemû herêmên di bin kontrola wê de ye.

Paşê dergeh li pêşiya endamên desteya serkirdayetiyê hat vekirin ku destwerdan bikin û têbînî û lêpirsînan bikin û ev yek jî bû dewlemendkirina gotûbêjan.

Di dawiya civînê de, amadebûyan tekezî li ser şopandina karê ofîsên Eniyê û awayên aktîvkirina wan li gorî pêşhatên bûyerên Sûriyê kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

 

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.