المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE KOMÎTEYA PÊWENDIYAN A NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê BI PARTIYA AZADÎ YA KURDISTANÎ RE CIVIYA

0 77

Di roja Sêşemê 8.11.2022′ an de, şandeke Komîteya Pêwendiyan a Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya Dr. Kawa Azîzî li baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê civiya.

Şanda nûnertiyê ji birêzan pêk hatibû: (Dr. Kawa Azîzî, berpirsê nûnerê, Reşad Silêman, Ebdulezîz Welîka, Sarah Hemdok, Joan Şêxmûs).

Di destpêkê de,serokê nûnerê qevdek gul danî ser mezarê pakrewanên partiyê û piştre li ser şehîdên ku bedena xwe feda kirine ji bo azadiya Kurdistanê axaftinek kir.

Piştre şanda nûnertiyê ber bi navenda partiyê ve çû û li wir ji aliyê birêzan:

– Husên Yezdan Betina, serokê partiya Azadî

– Xelîl Nadirî, berdevkê partiyê

– Goran Yezdan Betina, endamê peywendiyên derve yê partiyê

– Adîb Xaldiyan, endamê peywendiyên derve

– Robar Mifaxirî, endama rêxistina jinan a Partiya Azadî û endama Fermandehiya Artêşa Niştimanî ya Kurdistanê – SMK

– Hêma Sadjqî, endama rêxistina jinan a partiyê û endama serkirdatiya Artêşa Netewî ya Kurdistanê – SMK,ve hatin pêşwazîkirin:

Herwiha Dr.Kawa Azîzî, piştî bixêrhatina şanda nûneratiyê, pîrozbahî li şoreşa Rojhilatê Kurdistanê, gelê Kurd û gelên Îranê kir,ku bi destê pakrewana Jîna Amînî agirê vê şoreşê vêxistibû û Kurdistan veguherand çirûska vê şoreşa pîroz.

Hêvî kir ku ev şoreş berdewam be heta pêkanîna daxwazên wê yên adil.

Û ronahî xiste ser rewşa Kurdistana Sûriyê, bi taybetî guhertina dîmografî ya mezin û nêzîkbûna ji paqijkirina etnîkî û metirsiya bidawîhatina doza kurdî li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve birêz Husên Yezdan Betina axivî û rola Partiya Azadî di vê şoreşê de nirxand û ronahî xiste ser paşeroj û destpêkirina vê tevgerê bi taybetî piştî hevgirtina navnetewî ya bi vê şoreşê re.

Di dawiyê de her du aliyan hêvî xwest ku yekrêziya rêzên kurdî pêk were û kurdên Sûriyê bigihin rêkeftinekê ji bo rizgarkirina tiştê ku dikare were rizgarkirin.

Û her du aliyan tekezî li ser peywendiya berdewam û van hevdîtinên kêrhatî ji bo pevguhertina nêrîn û zanyariyan li ser Kurdistana Îranê û Kurdistana Sûriyê kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.