المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PYK-Sê pêşwazî li şandeke Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya Sûriya kir..

0 43

Şandek ji Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya ,şaxê Qamişlo roja duşemê 7ê mijdara 2022an, serdana ofîsa partiya Yekîtî kurdistanî li bajarê Qamişlo kirin..

 

Û herwiha şanda Yekîtiya jinên kurdistanî bi serokatiya xanim ” Ariya Cuma ” pêk hat..

 

Û ev şanda ji aliyê M,Silêman Oso ” sekirtêrê PYK-Sê û endamê desteya serokatiya ENKSê ,ve hatin pêşwazîkirin..

 

Û di derbarê vê serdanê de M,Ariya Cuma ” pîrozbahiyeke germ arasteyî partiya Yekîtî kir bi boneya vekirina ofîsa xwe ya nû , û piştre di axiftina xwe de berdewam kir ser giringiya li darxistina kongireya çaremîn ê Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya û avêtina gavên pêwîst ji bo aktîvkirina rola wê di vê qonaxa hestiyar de..

 

Û herwiha ji aliyê xwe ve M,Silêman Oso ” balkişand li ser giringiya rola Jinan di civakê de ,û pêwîstiya pêşxistin û bihêzkirina rola wê di Encûmenê de.

 

Û birêz ” Oso ” anî ziman ku Hola Barzaniyê nemir ji bo hemû partî, rêxistinên Encûmena Niştimaniya kurd, rewşenbîr û helbestvanan vekiriye

 

Û di dawiya vê serdanê de her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi pirojeya netewî ya kurdî kirin ku ji aliyê dijminên gelê kurd ve tê armanckirin..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.