Home / Uncategorized / Sêyamîn salvegera êrîşa Tirkiyê ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipî de derbas dibe..

Sêyamîn salvegera êrîşa Tirkiyê ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipî de derbas dibe..

3 sal ji koçbarkirin û dagîrkirina her du navçeyên kurdî ” Serê kaniyê û Girê Sipî” berdewam e..

Ku di 9ê Cotmeha 2019an de , rojeke bi êş û xemgînî ser welatiyên Serê Kaniyê û Girê Sipî de derbas bû ji ber êrîşkirina hêzên artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar yên bi ser wê ve ku bi şer û tank û Topan êrîşî her du bajaran kirin…

Û herwiha di encama vî şerî de kuştin û revandin û koçbarkirin di derheqê welatiyên sivîl de hatin kirin…

 

Û ji rexekî dî ve şêniyên resen yên her du bajaran bi dilgiranî neçar bûn ji navçeyên xwe koçber bibin û berê xwe bidin bajarên aram yên kurdistana Sûriyê û beşek ji penaberî başûrê kurdistanê bûn ….

 

Û welatiyên ji şêniyên ” Serê Kaniyê ku li bajarê Qamişlo dimînin daxuyakirin ku di 2019an dema êrîşa Tikiyê li ser bajarê wan û kiryarên kuştin û revandin derheqê xelkên sivîl de hatin rûdan koçbarî bajarê Qamişlo bûn , û viyan û hezkirina welatê wan di dilê wan de nayê jibîrkirin û ku bi zûtirîn dem de welatê wan were rizgar kirin û hemû koçbar li ser milk û malên xwe vegerin û jiyaneke azad û serfiraz li welatê xwe de bijîn …

 

Û herwiha tê zanîn ku tevî jiyana zehmet û kiryarên xirab ji aliyên girûpên çekdar ve li ser bajarên kurdan lê ev yek nabe kelem li pêşiya berxwedan û hêviya welatiyan ji bo vegerandina li ser axa xwe bi awayekî serfiraz…

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.