المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Asûriya Demoqratîk serdana ofîsa PDK-Sê kir .

0 123

Şandek ji rêxistina Asûriya Demoqratîk roja înê 30ê Hezêranê ,bi boneya li darxistina duwazdemîn kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya,serdana ofîsa PDK.S ê kir ,û pîrozbahiyek germ arasteyî Partî kir ..

 

Û herwiha ev şanda ji aliyê M,Mihemed Ismaîl, sekirtêrê Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, û hejmarek ji endamên komîteya navendî û kadroyên partî ve hatin pêşwazîkirin..

 

Û di vê serdanê de herdu aliyan behsa peywendiyên biratî û dîrokî di navbera herdu aliyan de û rola wan di opozisynê û Eniya Aştî û Azadiyê de kirin..

 

Û herwiha tekezî li ser pêkvejiyana aştiyane û pêkvejiyana di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de kirin..

 

Û tê zanîn Roja şemiyê 10ê hezîrana 2023 li bajarê Hewlêrê bi beşdariya Serok Barzanî 12mîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li Hola Seid Ebdulla ya bajarê Hewlêrê hate li darxistin..

 

Û roja yekşemê 11ê Hezêrana 2023an, kongir bi dawî hat û têde M,Mihemed Ismaîl ” weku sekirtêrê partî hate hilbijartin û 30 endamên komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin..

 

Û di 10 Hezêranê 12mîn Kongreya PDK – Sê bi amadebûna zêdetirê 220 endaman li Hewlêrê destpê kir û du rojan berdewam kir û tê de 29 endamên Komîteya Navendî hatin hilbijartin ..

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.