المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZIRKAN: TOPBARANKIRINA DEVRA ZIRKANÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE BERDEWAME..

0 211

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî ji berî çend rojan de, bajarokê Ebû Rasên û Til Temir û gundewarê wan û hemû herêmên Kurdistana Sûrî tên topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

Herwiha di encama van topbarankirinan de, ziyanî mezin gihiştiye nişteciyên wê deverê. Ji ber vê yekê rewşa xelkên devera zirgan bi giştî ketiye metirsiyê û liv û tevgera xelkê pir lawaz dibe.

 

Tirkiye balafirên şer, balafirên bê mirov û topên giran ên menzîl dirêj bikar tîne.

 

Di derbarê vê yekê de,çavkaniyekî xwecihî ji devera Zirganê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:

 

“Di van rojên vê dawiyê de,bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê,bi taybet gundê(Dirdara,ImHermela,Bisîs,Mi’amira,Medmûra,Dada Ebdal,Rebî’ata,Til Werd

, Bişêriyê û Sinceqê ….wiha) bi çekên giran hatin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve.Û ji ber vê yekê di ancama vê topbarankirinê de li gundê Bişêriyê lingê jinekê jêbû û pênc jî birîndar bûn dema hemû di nava zeviyê pembû de bûn ji ber ku hemû karkir bûn di dema hewşên pembû de bûn.

 

Herwiha çavkaniyê taybet got:

 

“Lê piştî topbarankirinên vê dawiyê,û hîn topbarankirin berdewamin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve,rewşa xelkên deverê ketiyê metirsî û zahmetiyê,Ji ber vê yekê liv û tevgera xelkê rawestiya ye.Û xelkên bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê kocber dibin û bajar vala dibe”.

 

Wek tê zanîn navçeyên Kurdistana Rojava ev çend roj in rastî topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê dibin.

 

Di encamê de, ziyaneke mezin gihişte jêrxaneya wan navçeyan, bi taybetî elektrîk, av, petrol û gelek navnedên xizmetguzariyê.

 

Herwiha di heman demê de jî, nişteçiyên Zirganê û hemû xelkên Kurdistana Sûrî gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet her du welatên xwedî hêz( Emrîkan û Rûsiya) dibêjin,Heta kengî wê herêmên me werin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve..

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.