المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKS PÊŞWAZIYA ENDAMEKÎ DESTEYA SEROKATIYA ENKS KIR.

0 217

Di 10.10.2023an de, nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî mamoste Fêysel Yûsif kir.

 

Û ji aliyê serokê nûnertiyê birêz Salih Cemîl Axa Elmilî û endamên nûnertiyê ve hate pêşwazî kirin.

 

Piştî pêşwaziyê, mamoste Fêysel Yûsif behsa rewşa siyasî ya herêmî û navdewletî kir, bi taybet bûyerên vê dawiyê yên li qada Sûriyê bi giştî û herêmên kurdî bi taybetî û asta bandora wê li ser rewşa derûnî ya gelên herêmê.

 

Her wiha behsa giringiya aktîvkirina rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir ji ber ku ew sîwan û navnîşana berfireh e ku hewl dide armancên gelê me bi dest bixe û mafên wan di destûreke nû de ji bo Sûriya paşerojê pêk bîne.

 

Di dawiyê de tekez li ser aktîvkirina rola nûneratiyê û peywendiya bi rayedarên pêwendîdar re ji bo rakirina astengî û kêşeyên li pêşiya gelê me li Herêma Kurdistanê kir.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.