المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Zimanê kurdî dinavbera qedexekirin û fêrkirinê de

0 63
  • Bȇ guman ziman ne tenȇ alavȇ axaftin ȗ tȇgihiștinȇ ye ,belȇ yek ji sitȗnȇn sereke yȇn hebȗn ȗ nasnama gelane, kilȋta embara dȋrok, çand ȗ keltore,vȋzeya avjeniyȇ ye di deriya zanest ȗ bȋreweriyȇ de. rola ziman di jiyana gelan ȗ komelgihan de gelekȋ giring ȗ pȇwȋste.
    zimanȇ kurdȋ jȋ weke zimanȇ her miletȇ cȋhanȇ roleke wȋ ya berçav di jiyna gelȇ kurd de heye ,ji lewra qedexekirina xwendin ,nivȋsandin ȗ ta axaftinȇ jȋ bi zimanȇ kurdȋ weke yek ji alavȇn sereke di bijaftin ȗ tinekirina milatȇ kurd de ji bal rȇjȋmȇn dagȋrker ve hatiye bi karanȋn ,ȗ miletȇ kurd jȋ diber zimanȇ xwe de tȗșȋ girtin ,zindan, ȗ lȇdanȇ biwe.
    ev rastiyeke dȋrokȋ ya berçav ȗ diyare ,lȇ rastiya dȋjȋ ewe ku zimanȇ kurdȋ çekeke xwert ȗ dijware di berxwedana gelȇ kurd de. miletȇ kurd bi riya helbest ,sirȗd ,çȋrok ȗ serpȇhatiyan zimanȇ xwe parastiye ȗ liser lingan zindȋ maye ,digel hemȗ cureyȇn gef ,fișar ,astengȋ ,ȗ șeran.
    vȇce gelo tu yȇ çawa miletȇ ku li hember gef ȗ fișarȇn wisa mertirsȋdar liber xwe daye ,ȗ diber zimanȇ xwe de tȗșȋ ewqas ȇș ȗ azaran biwe ,bi mehna parastina zimȇn wȋ siza bidȋ ȗ dergehȇ zanebȗn ȗ xwendinȇ li ber wȋ dabixȋ?.
    belȇ parastina ziman ne bi kotekȋ ȗ serkutkirina milet ȗ windakirina pașeroja zarokȇn wiye. ziman ji mafȇ her gel ȗ netewiye ,ji lwera ziman jȋ weke her mafekȋ bi kotekȋ nayȇ dayin lȇ bi kotekȋ tȇ sitandin,ango pȇwȋste kotekȋ li deshelatȇ bibe ,jibo danpȇdanȇ bi zimanȇ kurdȋ bi de ,yan jȋ bi karȇ diblomasȋ ȗ konevanȋ ,ku weke erkekȋ netewȋ ȗ rȇxistinȋ di program ȗ rȇbazȇn tevgera kurdȋ de hatiye ,ȗ bi kiryar jȋ tȇ șopandin.
    bi sedan fistȋval ,kors ȗ simȋnarȇn piștgirtin ȗ fȇrkirina zimanȇ kurdȋ ,bi sedan xule ku her yek bidehan șagirt ȗ qutabiyȇn zimanȇ kurdȋ li xwe di gire di kawdanȇn sext ȗ dijwar de hatine li darxistin ȗ hȇjȋ berdewamin. yek firset ango yek derfet ku xizmeta zimanȇ kurdȋ bike me ji dest xwe neberdaye ȗ pișt guh nekiriye, her rȇ ya ku xizmeta xwert kirin ȗ pȇșxistina zimanȇ kurdȋ bike çqasȋ dijwar ȗ sext jȋ be bȇ dudilȋ me daye ber xwe ,lȇ ev tișteke ȗ girȇdana zarokȇn me bi rȇbazeke xwendinȇ ya edyolocȋkkirȋ ,bȇ sȗde ȗ mifayekȋ zanestȋ tiștekȋ dȋ ye.
    girtina xwendegih ȗ dibistanan bi mehna parastina zimanȇ kurdȋ yan jȋ bi hȇnceta rȇbazȇn rȇjȋmȇ ,hȇncet ȗ mehnene çewt ȗ derewin ,xizmeta parastina zimanȇ kurdȋ nakin. girtina pemangeh ,xwendegeh ȗ dibistanan çewisandin ȗ vemirandina çirȗskȇn zanestiyȇ ye ,kilȋtkirina dergehȇn șarezayȋ , zanebȗn,ȗ bȋreweriyȇ ye ,sizadana milete ,ȗ doz ȗ daxaziya berdewamiya peymangeh ȗ dibistanȇn taybet yȇn ku bi rȇbaza rȇjȋmȇ xwendinȇ di din jȋ ne xwedȗrxistine ji erkȇ netewȋ ,ne hezkirina rȇbaz ȗ ramanȇ polȋtȋkȋ yȇ rȇjȋmȇ ye ,lȇ belȇ bi sedema giringȋ ȗ pȇwȋstiya ,gel ,civak ,ȗ welat bi zanebȗn ȗ zanestiyȇ ye ,fȇrkirin ȗ fȇrbȗn bi çi zimanȋ be li kȋjan cihȋ be yasayȋ ye ȗ ji mafȇ her mirovekȋ ye.
    xizmeta komelgeh ȗ civaka kurdȋ bi mikomkirin ȗ xwert kirina zimanȇ kurdȋ ,bi pȇkanȋna lȇvegerȇn zanestȋ yȇn ekadimȋ ,bi damezirandina navendȇn lȇkolȋnan ,di gel dabȋnkirina pașerojeke ronak ji xwendevanȇn zimanȇ kurdȋ re di be.
    parastina ziman bi heskirina ziman tȇ ,ne bi qedexekirina fȇrkirina zanestȇ ku bi çi zimanȋ be.
    derixistina ferman ȗ beryarȇn taybet bi civaka kurdȋ ,ku kesȇ kurd bitenȇ qelenȇn wan bide ,beryarin șofȋn ȗ nijadperestin ji kȇ be yan li kȗ be ȗ bi çi mehne ȗ sedemȇ be ,nexasim ku jibal desthilatdarekȇ be ku xwe dike (netewa demoqraȋk) ango ji riwȇ netewȋ ve bȇ aliye.
    gelo çawa tu bȇ aliyȋ ȗ fermanȇn taybet bi yek alȋ dide?. çawa tu xwe li ser netew ȗ miletan re dibȋnȋ ȗ fermanan bi kotekȋ li ser beșekȋ ji civakȇ li ser bingehȇn regezȋ di çesipȋnȋ?!.
    sedma van beryar ȗ fermanan ji meve xwiye ji lewra li cem me ne cihȇ vecniqandin ȗ matmanȇ ye,belȇ ew piropagenda reș ya li dijȋ red kirin ȗ ne pejirandina van beryaran ,weke ku gunehekȋ mezin be ,ji bal kesin ku liser rewșenbȋr ȗ ekadimiyan tȇn jimartin derdikeve,nexasim yȇn ku zarokȇn xwe di ekadimiyetȇn navdewletȋ yȇn navdar de didin xwendin ȗ ji me di xwazin ku em li ( bercewendiya xwe ya kesayetȋ ?!) ne gerin ,(pȇșmerge ȗ cangorȋ?! ) bin ,pașeroja zarok ,nevȋ ,ȗ çendȋn nifșȇn xwe gorȋ ( xizmeta zimanȋ kurdȋ ??!!) bikin ,cihȇ gumanȇ ye??!!.
    em di xizmeta kȇșe ȗ zimanȇ kurdȋ de ne ȗ emȇ berdwambin di xizmetȇ de ,lȇ em xwendina edyolocȋkirȋ ku bȇ sȗd ȗ mifa ye na pejirȋnin ,em dȇ li zanest ȗ zanebȗnȇ bi gerin ȗ bi wergirin li kȗ be ȗ ji kȇ be.

ABID ELÎ

Leave A Reply

Your email address will not be published.