المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE HEVDÎTINA NIŞTIMANIYA DÎMOQRAT BI NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê RE CIVIYA.

0 63

Îro di roja çarşemê 2.11.2022’an de, şandeke Hevdîtina Niştimaniya Dîmoqrat bi serokatiya M.Mîdas Azîzî, li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê,bi nûnertiya herêma Kurdistanê ya ENKSê re li baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê civiya.

 

Piştî şande ji aliyê rayedar û endamên nûnertiyê ve hate pêşwazîkirin.

Rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî hat gotûbêjkirin.

Her wiha hin nêrîn û pêşniyar hatin gotûbêjkirin ji bo pêşxistina karê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û gihandina biryarên giring ku di van şert û mercên hestiyar de, xizmeta doza kurdî bikin di kongireya çarem a Encumenê de, ku dê di nêzîk de were lidarxistin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.