المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YNKS’ê serdana ofîsa PDK_Sê ,li Domîz kirin

0 141

Roja Çarşem 08.11.2023 Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya pêşwaziya şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li ofîsa partiyê li kampa Domîz kir.

Şanda YNKS, bi serokatiya Serokê Yekîtiyê Ebdulhekîm Mihemed, cîgirê wî Ebdulsemed Mehmûd û hejmarek ji endamên desteya îdarî û nûneratiya Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

Şande ji aliyê Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya Hacî Kalo û Endamên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mihemed Elî Îbrahîm û Hiyam Ebdulrehman ve hate pêşwazîkirin.

Her du alî li ser rewşa çandî û wêjeyî ya Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê li ber ronahiya kêşe û astengiyên ku rûberûyê wan cuda ne axivîn û tekez li ser pêwîstiya aktîvkirina rola yekîtiyê û nivîskar, helbestvan, hunermend, romannivîs û pêkhateyên çandî kirin. di xizmeta ziman, wêje, çand û dîrokê de û di pêşxistina hişyarî û belavkirina ramana neteweyî ya kurdî de û xurtkirina wê di xizmeta dadmendî û rewatiya doza kurdî de.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.