المجلس الوطني الكوردي في سوريا

REWANGEHÊ: RÛSIYA REWŞA HEJARIYÊ LI NAVÇEYÊN RÊJÎMÊ BI KAR TÎNE Û KAR DIKE JI BO BIDESTXISTINA PIŞTGIRIYA GEL.

0 126

Rewangehê: Rûsiya rewşa hejariyê li navçeyên rêjîmê bi kar tîne û kar dike ji bo bidestxistina piştgiriya gel

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan di roja Çarşemê 8.11.2023an de, ragihand ku hêzên Rûsî alîkariyên mirovî li navçeyên di bin destê rêjîma Sûriyê de belav dikin bi armanca bidestxistina piştevaniya xelkê, ya herî dawî jî belavkirina alîkariyan li gundê, Elewêce li gundewarê bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê.

 

Rewangehê got, “Hêzên Rûsî alîkariyên xwarin û pizîşkî li ser xelkê gundê Elewêce belav kirin. Di nav alîkariyê de 300 selikên xwarinê ji bilî xizmetên pizîşkî ji bo zarok, jin û kal û pîrên gund.”

 

Herwiha wê tekez kir ku “hêzên Rûsî kar dikin ji bo bidestxistina piştevaniya xelkê di nav deverên rêjîmê de, û ji rewşa hejarî, belengaziyê û xirabûna rewşa jiyanê ya piraniya girûpên gelê Sûriyê bi kar tînin”.

 

Rewangeha Sûrî diyar kir ku Navenda Lihevanînê ya Rûsî berê alîkariyên mirovî li ser xelkê bajarokê Mahlûla li gundewarê Şamê, gundê Sûkas li gundewarê Cebelê li parêzgeha Laziqiyê û gundê Eldiyabiyê li gundewarê Şamê belav kiribû. .

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.