Home / Uncategorized / YNKS’ê Roja cîhanî ya zimanê Dayîkê vejand..

YNKS’ê Roja cîhanî ya zimanê Dayîkê vejand..

Roja sêşemê 21ê Sibata 2023an, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana-Sûriya, şaxê Duhokê roja cîhanî ya zimanê Dayîkê li Hola Soz a konferansan li Kampa Domîz  vejand..

 

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetiyên Nivîskar û rewşenbîr..

 

Û di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana-Sûriya, ji aliyê berpirsa ragihandina şaxê Duhokê “Qîrîn Efrîn ve hate xwendin..

 

Û herwiha M,Mehmûd Şahîn, kurtejiyana herçar helbestvanên jinên kurd xwend her yek ji Diya Ciwan, Hiyam Ebdulrehman, Gewher Fettah, Leyla Bedirxan.

 

Û her yek ji ve helbestvanan çend helbest ji pirtûkên xwe xwendin..

 

Û di dawiya vê çalakiyê de helbestvan Diya Ciwan bi bawernameya rêzgirtinê ji bo keda wê hate xelatkirin ,û piştre pirtûk jî hatin îmzakirin ji aliyê herçar helbestvanên jin ve..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.