Home / Uncategorized / PDK-Sê Salvegera 11emîn a şehîdbûna xebatkar Nisredîn Birhik vejand..

PDK-Sê Salvegera 11emîn a şehîdbûna xebatkar Nisredîn Birhik vejand..

Roja çarşemê 22ê Sibata 2023an, partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, salvegera 11emîn a terorkirina xebatkar Nisredîn Birhik vejand..

 

Û ev yek bi amadebûna partiyên Siyasî û encûmena Niştimanî û rêxistinên jin û ciwanan û kesayetiyên Niştîmanî û serbixwe..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Piştre gotina PDK-Sê ji aliyê M,Mihemed Ismaîl endamê Ofîsa Siyasî ya PDK-Sê ve hate xwendin..

 

Û gotina ENKSê ji aliyê M,Fêsel Yûsif, endamê emîndariya giştî ya ENKSê ve hate xwendin…

 

Û gotina malbatê ji aliyê M ,Torîn Nisredîn Birhik ve hate xwendin û spasiya hemû beşdaran kir..

 

Xebatkar û pakrewanê gotina rastiyê “Nisredîn Birhik ” Bavê Ela ,endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, kesayetekî welatparêz û bi niştîmanperweriya xwe di nav kurdan di hat naskirin û kesayetiya xwe ji bo kar û xizmeta Azadiya milet û mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriyê terxan dikir û bi dilsozî xebata xwe di tevgera kurdî û siyasî li ser rêbaza Barzaniyê nemir de dikir…

 

herwiha hêjaya were gotin ku pakrewan “Nesredîn Berhik ” ji daykbûna sala 1960an de ,li gundê Kevrê Dena yê bi ser navçeya Çilaxa ve ,Xwendina xwe ya amedayî li bajarê Hesekê berdewam kir û li DêreZorê paymangeha pêşesazî beşê Eletrîkê bi dest xwe ve xist ..

 

Û herwiha di roja 22ê heyvê 2an,de Bavê ” Ela” şehîd ket,û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîrî û netewayî li gundê Kevrê Dena bi xakê hat spartin….

 

 

Ragihandina ENK-S ê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.