المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTIYA EWROPAYÊ CEZAYÊN XWE LI DIJÎ RÊJÎMA ESED BERFIREH DIKE

0 72

Yekîtiya Ewropayê cezayên xwe yên ku li ser rejîma Sûriyê sepandibû berfireh kir û 10 kes û saziyên nû di nav de li xwe girt.

Herwiha roja Sêşemê, karbidestên Yekîtîya Ewrupa û Netewên Yekgirtî, li ser vexwendina Dezgeha Karên Derve ya Ewropî, li Brûkselê, paytexta Belçîka, civînek li dar xistin, da ku piştgirîya xwe ji gelê Sûrî re nû bikin û lîsteya sizayan li dijî kesên peywendîdar bi rêjîma Sûrîyê re berfireh bikin.

Herwiha di lîsteya nû de xwediyê (Pasikê Şam a balafiran) Îsam Şemût, karsazekî Sûrî yê girêdayî rêjîma Esed, û herwiha general Salih Ebdullah ji bo leşkerkirina kirêgirtiyan ji Firqeya 16ê bo şer li Ukraynayê, û fermandarê Milîsên Artêşa Rizgariya Felestînê, yên ser bi hêzên Esed ve, Mihemed ElSiltî, bi tometbarkirina wî bi (leşkerkirina kirêgirtiyên Filistînî) ji bo şandina wan bo Lîbya û Ukraynayê, tevî du berpirsên leşkerî û serkirdeyê baskê siyasî yê girêdayî Beşar Elesed.

Herwiha Yekîtiya Ewropî jî du kompanyayên ewlehiyê xistine nav lîsteya sizayan, bi navên (Kompaniya Sanad bo Karûbarên Parastin û Ewlekariyê û Şirketa Elseyad bo Karûbarên Parastin û Parastinê), ku girêdayî grûpa leşkerî ya taybet a Rûsî (Vagner) ne.

Herwiha di civîna xwe ya li Brûkselê de, berpirsên Yekîtiya Ewropî deng li ser dirêjkirina sizayên Ewropî yên li ser rêjîma Esed bo salek din dan, di heman demê de 27 endamên nûneratiya welatên wan pabendbûna xwe bi piştgiriya gelê Sûriyê tekez kirin, û bingehên çareseriyê li ser bingeha biryara navdewletî. 2254.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.