المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê SEROKEKÎ NÛ HILBIJARTIN.

0 73

Di roja pêncşemê 19-1-2023,an de, nûneratiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê civiya û di dest pêkê de,deqeyek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd, Kurdistanê û şehîdên şoreşa Sûriyê rawestiyan.

Û bi amadebûna hemû endamên nûneratiyê û bi serperiştiya serokê berê yê nûneratiyê Dr.Kawa Azîzî, ku tê de behsa çalakiyên qonaxa berê ya nûneratiyê hat kirin, û spasî ji bo endamên nûneratiyê hat kirin. ji bo hewildanên wan ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên bi qasî ku pêkan ji gelê me yê penaber re, û ji bo hevkarî û ruhê tîmê ku wan pêşkêş kirin.

 

Herwiha piştî wê gotûbêj li ser mekanîzmaya hilbijartinên nûneratiyê hat kirin û deriyê namzediyê hat vekirin û bi piraniya dengan birêz Newaf Reşîd ji bo wergirtina serokatiya nûneratiyê di qonaxa bê de hat hilbijartin. maweyê şeş ​​mehan, piştî wê yekê deriyê namzediyê bo cîgirê serokê nûneratiyê hat vekirin û birêz Fadil Delî piraniya dengan bi dest xist û bi vî awayî bû cîgirê serokê nûnertiyê û deriyê Ji bo endamtiya Komîteyên Nûnertiyê namzet hatin vekirin:

1 – Komîteya Pêwendiyan:Her yek ji Birêzan (Dr. Kawa Azîzî – Ebdulezîz Welîka – Esmehan Dawid ,Hesen Derwîş.

2 – Komîteya Civakî: Birêz (Sara Husên – Ciwan Şêxmûs – Salih Cemîl Axa – Naz Teter)

3- Komîteya Xizmetguzariyê:Her yek ji birêzan (Ebdul Ezîz Welîka – Fadil Delî- Osman Menan).

4 – Komîteya Niştecihbûnê: Birêz (Salih Cemîl – Osman Menan)

5 – Komîteya Karûbarên Kampên Penaberan: Birêz (Ciwan Şêxmûs – Sarah Husên – Esmehan Dawid – Osman Menan)

 

6 – Komîteya Ragihandinê: Birêz (Newaf Reşîd – Esmehan Dawid – Ciwan Şêxmûs)

Di dawiya civînê de, serokê nû yê nûneratiyê spasiya endamên nûnertiyê kir ji bo ku ew baweriyê dane wî û behsa rewşa siyasî li Sûriyê bi giştî û navçeyên kurdî bi taybetî û pêşhatên dawî yên li qada navdewletî û herêmî û bertekên li ser herêmê, tekez kir ku divê hemû hewldan bi hev re bên ji bo cîbicîkirina biryarên Netewên Yekbûyî yên derbarê Sûriyê de, bi taybetî 2254.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.