المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA SALVEGERA 7YEMÎN YA KOÇA DAWÎ YA ISMA’ÎL HEMÊ VEJAND.

0 180

Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya di roja Îniyê18-8-2023an de, li gundê Til dîkê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve salvegera pêncyemîn ya koça dawî ya skretêrê berê yê partiya Yekîtî û serokê berê yê ENKSê nemir Isma’îl Hemê vejand.

 

Herwiha bi beşdarbûna cemawerekî mezin û nûnerên civaka sivîl û şandên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve bajarê Dirbêsiyê,Til Temir û Ebû Rasên.

Herwiha vejandinê bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurdistanê û li ser canê Isma’îl Hemê bi Sirûda Ey Reqîb destpêkir û tê de bi xêr hatin bi hemû beşdaran hate dan.

 

Herwiha gotina Encûmenên Xwecihî yên beşdar ji aliyê birêz Hemîd Temo serokê xwecihiya Dirbêsiyê ve hat xwendin.

 

Temo di axaftina xwe de,li ser kar û xebata têkoşer Isma’l Hemê axivî û bi awayekî bilind nirxand..

 

Herwiha M.Mihemed Mahsûm endamê nivîsgeha siyasî yê Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya gotina partiyê pêşkêşkir û têde li ser kar û xebata nemir Isma’îl Hemê axivî.

 

Mahsûm, di gotina xwe de li ser qonaxên balkêş di tekoşeriya Hemê de axivî û û di dawî de,wefedarî da xuyakirin li ser berdewamiya rêbaza kar û xebata kurdiyetê ya têkoşer Isma’l Hemê û sipasiya hemû beşdaran kir.

 

Herwiha gotina malbata têkoşer ji aliyê M.Salih Hemê ve,hat xwendin û Hemê di gotina xwe de,spasiya hemû beşdaran kir li ser hazirbûna wan ji bo vejandina salvegera 7emîn ya koça dawî ya têkoşer Isma’îl Hemê û sersaxî ji hemû dost û hevalên têkoşer Isma’îl Hemê re xwest.

 

 

Di vejandinê de, hemû beşdaran berê xwe dan gora nemir Isma’îl Hemê û ew bi gurzên gula ew gor xemilandin,û wênê Elfatîha li ser giyanê wî xwendin.

 

Di dawî de,M.Silêman Oso sekretêrê Partiyê spasiya hemû beşdaran kir li ser vejandina salvegera 7emîn ya koça dawî ya têkoşer Isma’l Hemê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.