المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HÊZÊN NÛ YÊN TIRKIYÊ GIHIŞTIN XETÊN PÊWENDIYÊ LI ROJHILATÊ IDLIBÊ.

0 140

Di demjimêrên borî de, hêzên Tirkiyê bi dehan kamyon ber bi gundewarê rojhilatê Idlibê ve, li ser xetên pêwendiyê bi artêşa Sûriyê û çekdarên ser bi Rûsya ve, şandine.

Rewangehê got ku zêdetirî 30 kamyonên barkirî bi blokên çîmentoyê, malzemeyên lojîstîk û wesayitên zirxî yên leşkerî, ji deriyê sînorî yê Bab Elhawa li gundewarê bakurê Idlibê ketin û ber bi xalên Tirkiyê yên li ser xetên pêwendiyê li bajarokê Elnêreb li gundewarê rojhilatê Idlibê.

Herwiha wê bal kişand ser vê yekê ku ev hêz di çarçoveya berdewamiya xurtkirina xal û cihên leşkerî yên Enqerê li bakurê rojavayê Sûriyê de tên.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.