المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTÎ KURDISTANÎ 19EMÎN SALVEGERA PAKREWANKIRINA SÊX  MAŞÛQÊ XEZNEWÎ VEJAND.

0 117

YEKÎTÎ KURDISTANÎ 19EMÎN SALVEGERA PAKREWANKIRINA SÊX MAŞÛQÊ XEZNEWÎ VEJAND.

 

Rêxistina Qamişlo ya PYK-S di roja Şemiyê1.6.2024’an de,salvegera 19emîn salvegera şehadeta Şêx Maşûqê Xeznewî vejand.

 

Herwiha bi beşdariya nûnerên serkirdên partiyên Encûmena Niştimanî û kesayetiyên niştimanperwer û rêxistinên ciwanan û jinan û kesayetên olî.

 

Di destpêkê de,bi navê PYK-S bixêrhatina hemû aliyên beşdar hat kirin.

 

Û piştre xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet Şêxê pakrewanan Dr.Maşûqê Xeznewî rawestiyan.

 

 

Herwiha gotina Partîya Yekîtî Kurdistanî ji aliyê mamoste Mihemed Mustefa ve,endamê ofîsa siyasî yê PYK-Sê hat pêşkêşkirin, ku tê de spasiya hemû kesên ku beşdarî vê bîranîna bi êş, herwiha rola Şêx di parastina doza Kurdî de, û danîna wê li pêş dezgehên bilind yên welatên Ewropî û navdewletî diyar kir.

 

 

 

Herwiha piştre gurzên gulan li ser gora pakrewan hat danîn û wêneyê Elfatîha hat xwendin.

 

Wek tê zanîn. ku Şêx Maşûqê Xeznewî piştî zêdeyî 20 rojan ji revandinê, di bin êşkenceyê de li ser destê dezgehên Ewlehiyê yên rejîma Surî di 1/6/2005an de hat şehîdkirin..

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.