المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Duhokê ya PYK-Sê , 19 emîn salvegera şehîdbûna Şêx Meşûq Elxeznewî vejand..

0 124

Rêxistina Duhokê ya PYK-Sê , 19 emîn salvegera şehîdbûna Şêx Meşûq Elxeznewî vejand..

 

 

 

 

Rêxistina Duhokê ya Partiya Yekîtî Kurdistanî_Sûriya, roja şemiyê 1ê Hezêrana 2024an,semînarek li darxist bi boneya 19emîn salvegera şehîdbûna Şêx Mihemed Meşûq Elxeznewî .

 

Ev yek bi amadebûna hejmarek ji kesayetên Siyasî.

 

Herwiha ev semînar ji aliyê endamê komîteya navendî ya partiya Yekîtî M,Ekrem Reşîd ” ve hate pêşkêşkirin û têde bi awayekî berfireh ser dîrok û xebata Şêx Meşûq di nav civaka Kurdî de behiskir.

 

Tê zanîn ku Şêx Mihemed Meşûq ElxeznewîJi dayîbûna sala “1958” an, li gundê” TIL MARÛF “, yê bi ser bajarê Qamişlo yê kurdistana Sûriyê , Xeznewî ji malbateke xwedî dîrokeke Olî bû li deverê û xwedî roleke diyarkirî bûn, û li ser destê wan gelek kes fêrî rêçika sofîgeriya neqişbendî bûn..

 

Û herwiha Xeznewî zaroktiya xwe li gundê “TIL MARÛF ” derbas kiriya û li ser destê bavê xwe waneyên olî û Quranê dixwend, piştre diçe Şamê û li peymangeha zanista olî de xwendina xwe domend û li wir serkeftî dibe û pile yekem bi dest dixe. Loma ji aliyê rêveberiya wê peymangehê ve tê hilbijartin da ku biçe erebistana Sûdiyê û li wî welatî li bajarê “Medîna Elminewera “, sala “1984 ” an de, bawenameya lîsans di zanistên Islamî de bi dest bixe..

 

Û herwiha Şêx Meşûq Xeznewî ku bi zimanê xwe û bi mêraniya xwe di axiftinê de hatibû naskirin, Xeznewî berdewam ji nêzîk ve beşdarî êş û azarên gelê xwe dibe, û bi taybetî piştî sala “2004” an, Şêx Maşûq xwe beşdarî di her helkeft û xwepêşandanan û kombûnekê dikir, û tê de daxwaza berxwedan li gelê kurd dikir ji bo azadiyê û siyaseta rêjîma Sûriyê şermezar dikir..

 

Xeznewî di roja çil bûna şehîd “Ferhad Sebrî “, de axiftineke dîrokî got û têde doza mafê kurdan kir û ev yek bo sedema ku” 10″ Gulana “2005 ” an de, li bajarê Şamê Şêx Meşûq ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve bê revandin, û piştî derbasbûna” 20″ rojan ji girtina wî hat eşkerekirin ku Şêx Xeznewî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye, û tevlî rêza pakrewanan bûye..

 

Û herwiha gelê kurd li Kurdistana Sûriyê li Şêx Meşûq xwedî derketin û bi hezaran kes ji milet daketin kolanan û şêxê kurdan bi rê kirin û bi merasîmeke geş li goristana “Qidûbek” ya bajarê Qamişlo bi axê wî spartin…

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

 

Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.