المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYÊN HESEKÊ 20EMÎN SALVEGERA SERHILDANA 12Ê AVDARÊ ROJA PAKREWANÊ KURDÎ VEJANDIN.

0 118

Di roja Sêşemê 12ê avdara 2024an de,herdu encûmenên xwecihî yên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve,salvegera 20emîn ya serhildana Qamişlo ya 12ê avdara 2004an (Roja Pakrewanêv Kurdî) vejandin.

 

Herwiha herdu xwecihiyên Hesekê serdana goristanên pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo û pakrewanên Pêşmergên leşgerên Roj yên herêma Hesekê kirin.

 

Herwiha serdana goristanên van gundan kirin :Şema,Çolmê Gabara û Xirbê Kurma.

 

Herwiha beşdarbûyan 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanan rawestiyan.

 

Û hin gotin jî li ser gora pakrewanan hatin pêşkêşkirin.

 

.Û tevgera kurdî ya siyasî li Kurdistana Sûriya, roja 12ê avdarê kirin roja pakrewanan.

 

Herwiha ji aliyekî dî jî,hemû malbatên pakrewanan yên beşdar spasiya ENKSê kirin di derbarê xwedî liderketina pakrewanan.

 

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ev roj  li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanê Kurdî li Kurdistana Sûrî.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah..

Leave A Reply

Your email address will not be published.