المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Sinceqê… ENKSê , salvegera 20 an a Serhildana 12ê Adarê Bibîranî.

0 130

Roja sêşemê 12 ê “Avdara” 2024″ an, Xwecihiya Sinceqê ya bi ser ENK_Sê ve, bi boneya salvegera” 20″ emîn li ser derbasbûna bîranîna pakrewanên “12” Avdarê, serdana gora pakrewanên 12 Adarê, û gorên şehîdên pêşmerge li goristana herdu gundên ( Til Merûf û Hilwa ) kir û gurzên gulan li ser gora wan hate danîn.

û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna encûmena Niştîmanî û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan.

Di derbarî vê salvegerê de gotina Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriya ji aliyê M,Celal Yûsif” serokê Xwecihiya Sinceqê ve hate xwendin û têde li ser serhilana 12 adarê ser asta Sûriyê bi giştî û taybetî li ser asta Kurdî di 2004 an de di şikandina sînorê tirsê li dijî rêjîma Sûriyê û herwiha behsa rola pêşmerge di parastin û berevaniya wan di ber xaka Kurdistanê de behis kir.

Û tê zanîn ku di roja “12”Avdara” 2004″ an, di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîmê bi hin çekên cûrbicûr êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

Û di encama wê erîşê de li seranserî deverên kurdistana Sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, Lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi sedan kes birîndar bûn û herwiha bi hezaran hatin binçavkirin û bi dihan şehîd ketin.

Û herwiha ji ber vê yekê her sal êvara “12 ê “Avdarê de, her sal mûm ji aliyê gelê kurd ve tê vêxistin li pêşiya mal û kolanên xwe, ji bo bîranîna pakrewanên serhildana ” 12 ê “Avdarê,

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.