المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYÊN HESEKÊ 19EMÎN SALVEGERA SERHILDANA 12Ê AVDARÊ ROJA PAKREWANÊN KURD VEJANDIN.

0 71

Di roja Yekşemê 12ê avdara 2023an de,herdu encûmenên xwecihî yên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve,salvegera 19emîn ya serhildana Qamişlo ya 12ê avdara 2004an (Roja Pakrewanan) vejandin.

 

Herwiha herdu xwecihiyên Hesekê serdana goristanên pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo û pakrewanên Pêşmergên leşgerên Roj yên herêma Hesekê kirin.

 

Herwiha serdana goristanên van gundan kirin :Şema,Çolmê Gabara û Xirbê Kurma.

 

Herwiha beşdarbûyan 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanan rawestiyan.

 

Û hin gotin jî li ser gora pakrewanan hatin pêşkêşkirin.

 

.Û tevgera kurdî ya siyasî li Kurdistana Sûriya, roja 12ê avdarê kirin roja pakrewanan.

 

Herwiha ji aliyekî dî jî,hemû malbatên pakrewanan yên beşdar spasiya ENKSê kirin di derbarê xwedî liderketina pakrewanan.

 

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ev roj  li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanan .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.