المجلس الوطني الكوردي في سوريا

19EMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SERHILDANA QAMIŞLO JI REXÊ XWECIHIYA AMÛDÊ HAT VEJANDIN.

0 74

Îro di roja yekşemê 12ê avdara 2023an de,encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,19emîn salvegera pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo “Roja Pakrewanan” li bajarê Amûdê vejandin.

 

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û alîgirên ENKSê yên bajarê Amûdê û gundewarên wê.

 

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê birêz Idrîs Hac Yûnis û piştre 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên serhildana Qamişlo yên 12ê avdara 2004an û yên Kurd û Kurdistan û bavê netewa kurd Barzaniyê nemir rawestiyan.

 

Herwiha pîştî rawestandina 5ê xulekên bêdeng  li ser giyanên pakrewanên 12ê avdarê ,

 

gotina emîndariya giştî ya ENKSê hat xwendin ji aliyê M.Mihemed Umer Şêxmûs.

 

Û piştre,spasiya hemû beşdaran kir li ser beşdarbûn û wefadariya wan ji bo pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo.”Roja Pakrewanan”

Û piştre berî dan goristana Şarmola û baqên gulan danîn li ser gora pakrewanan .

 

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye ev roj  bûye roja pakrewanan .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.