المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya şehîd Nisredîn Birhik civîna xwe ya asayî li darxist..

0 56

Encûmena Xwecihiya şehîd Nisredîn Birhik a bi ser ENKSê ,roja pêncşemê 1/12/2022 22an, civîna xwe ya asayî li darxist bi amadebûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir …

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihîyan hat xwendin, û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên rêxistinî û siyasî hate gengeşekirin..

Û di derbarê rewşa siyasî de pêşhatên dawî yên siyasî li meydana navdewletî, navçeyî û navxwe gotûbêjkir..

Û herwiha di civînê de ser şer û binpêkirinên tên kirin ji aliyê dewleta Tirk ve ser herêmên kurdî li kurdistana Sûriyê baş rawestiyan û êrîşên mûşekî yên Iranê li ser Herêma kurdistanê behiskirin..

 

Û herwiha amadebûyan di civînê de li darxistina çaremîn kongirê Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya tevî zehmetiyên qonaxê û daxuyaniya bi dawîkirina wê pîrozkirin ..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.