المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN ..

0 59

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Pêncşemê 1.12.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Piştre serokê encûmena xwecihî birêz Umer Emo, behsa rewşa siyasî ya niha û rewşa xirab a aborî li herêmê û aloziya rewşa ewlehiyê û sedemên koçberiya berdewam ya nifşê ciwan û sedemên wê kir. ji Kurdistana Sûriyê ber bi welatên Ewropî ve, ku bandoreke nerênî li hebûna kurdî dike.

Herwiha di civînê de,çend mijar hatin gengeşekirin, ew jî:

– Çaremîn konferansa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê,di derbarê wê de,herdu endamên xwecihiyê birêz Mihemed Nasir û xanim Wezna Osê hatin pîrozbahî kirin li ser hilbijartina wan ji bo endametiya emîndariya giştî ya ENKSê di konferansa çaremîn ya ENKSê.Û hin mijarên bi konferansê ve girêdayî jî hatin gengeşekirin ji aliyê hemû endamên xwecihiyê.

-Êrîşên asmanî yên Tirkiyê li ser xeta sînorî ya cîranê wê di nava xaka Sûriyê de, bi taybetî li gelek xalên Kurdistana Sûriyê pêk anîn.

– Êrîşa mûşekî ya Pasdarên Şoreşa Îranê li ser Herêma Kurdistana Iraqê.

Di dawiya civînê de,serokê xwecihiyê spasiya hemû endaman kir li ser kar û xebata wanî binirx.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.