المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA SERDANA NAVENDA RÊXISTINA ASÛRÎ KIR.

0 71

Şandeke ji xwecihiya Hesekê ya rojava ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, serdana baregeha rêxistina Asûrî li Hesekê kir.

Herwiha şanda xwecihiyê ji :

– birêz Xelef Emînakê ,M.Ebdulrehman Reşîd û birêz Hemîd Sîno, pêk dihat.

Û şande ji aliyê mamoste Nebîl Oşana û endamên rêxistina Hesekê ve hatin pêşwazîkirin.

Şandeya Encûmenê ji ber serkeftina konferansa Rêxistina Asûrî ya Demokratîk pîroz kir.

Herwiha her du aliyan li ser pêwîstiya karekî hevbeş di navbera her du aliyan de, bi awayekî ku xizmeta doza demokratîk li Sûriyê bike, gotûbêj kirin.

 

Herwiha Her du aliyan pêşhatên rewşa siyasî û kirîza Sûriyê û pêwîstiya dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên referansên navdewletî nirxandin.

 

Di derbarê vê yekê de,birêz Xelef Emînakê ji bo malpera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, ragihand û anî ziman:

 

“Serdan di çarçoveya pîrozbahiyê de bi boneya lidarxistina konferansa Rêxistina Asûrî ya Demokratîk hat. di aliyên xwe yên cuda de erênî bû. Ji aliyê xwe ve, Oşana spasiya xwe ji bo vê destpêşxeriya encûmenê anî ziman”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.