المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA GIRGÊ LEGÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN..

0 203

Encûmena xwecihî ya Girgê Legê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxistin û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê Kurdistanê hatin gengeşekirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve ji aliyê serokê Xwecihiyê ve hate xwendin û gotûbêjkirin…

Û herwiha di civînê de beşdaran rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî ,û rewşa aborî ya zehmet ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin..

Û beşdaran di civînê tekezî li ser çawaniya pêşxistina karê Encûmenê di rojên pê de behiskirin..

Ragihandina ENK-Sê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.