المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE…..

0 140

 

15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî.

 

Ziman bi giştî ew nîşana ji hev naskirina miletaye, û xwedan dîrokeke bingehîn û zêrîn e di hebûn û serfiraziya gel de ,ji ber pêşxistin û axifîna bi ziman dayîkê û yê zikmakî karekî pêwîst û pîroza di nasnameya netewayan de …

 

 

 

Yek ji wan zimanan zimanê kurdî ye , ku yek ji zimanên dewlemend e ji gelê kurd re li her çar parçeyên kurdistanê, û her yek ji wan zimanên ku bi dilsozî hatiye parastin bi sedema hebûna milet û mêrxasiya kesên zana û xwendevanê kurd û kar û xebata we ya dûv û dirêj di danîna rêzmana kurdî de ..

 

 

Weku em dibînin îro ser qada kurdî hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd di berhemên nivîsên xwe de cihekî taybet dana giringiya axiftina û nivîsandina bi zimanê kurdî bi hemû zaravan , ji ber ku

zimanê kurdî wek hemû zimanên cîhanê gelek zaravên wê hene : -Kurmencî , Soranî , Zazakî , Badînî, Goranî, Lorî , Hewramî .

Ku zaravê kurmancî li Rojavayê kurdistanê û Bakur û Başûr bi tîpên Latînî tê nivîsandin,û herwiha zaravê Soranî li Başûr û Rojhilat bi tîpên Erebî tê bikaranîn.

 

 

 

Û Zimanê Kurdî bi alîkariya gelek rewşenbîr û zimannasên navdar yên kurd mîna ” Mîr Celedet ,Osman Sebrî…….) ku ziman û wêjaya kurdî di nivîs û helbestên xwe de di nav gelê kurd belavkirin û têde doza Azadiya fêrbûna bi zimanê kurdî ku ev yek ji mafê her miletekî ye parastina zimanê xwe yê dayîkê bike….

 

 

 

Û hêjaya were gotin ku ji erkê her kurdekî ye li her çar parçeyên kurdistanê fêrî zimanê şêrîn û yê zikmakî bibe û bi mêrxasî parastina wê bike ji ber ziman nasnama hebûna milet û gelan e û nîşana dewlet û serxwebûna kurdistanê ye û her wê zimanê me bibe stêreke geş di çanda kurdî de …

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.