Home / Uncategorized / XWECIHIYA GIRGÊ LEGÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

XWECIHIYA GIRGÊ LEGÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

Encûmena xwecihî ya bajarê Girgê Legê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxistin û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin gengeşekirin…

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, û ji aliyê cîgirê serikê xwecihiyê M,Hesen Ebdîk vehate gotûbêjkiri û piştre spasiya hemû endaman kir ku ji bo vejandina helkeftên meha Adarê bi xweşî û xemên wê, bi taybetî cejna neteweyî ya Newrozê û serketinên Xwecihiyê behiskir..

Û herwiha di civînê de M,Ebdulkerîm Mihemed , endamê ofîsa siyasî ya Partiya Demokrat kurdistan-Sûriya, di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî gotûbêjkir.

Û ji rexekî din ve di civînê de behsa civînên ku ji aliyê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ve hatin lidarxistin û nameya ku wê ji bo Hevbendî derbarê navçeyên di bin kontrola rêxistinên çekdar ên bi piştevaniya Tirkiyê de û binpêkirinên ku li Efrîn û Cindirêsê diqewimin û daxwaza encumenê ji rêxistinan derketina ji herêmên kurdî û radestkirina wan ji xelkên wan re.

 

Û ji aliyê xwe ve M, kêfxweş Meri endamê emîndariya giştî ya ENK-S , behsa civîna awarte ya desteya giştî û biryarên ku jê derketine kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.