المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA ÇILAXA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

0 72

Encûmena xwecihî ya bajarê Çilaxa ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxistin û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin gengeşekirin…

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, ji aliyê çîgirê serokê xwecihiyê M,Behzad Murad ve hate xwendin û gotûbêjkirin û piştre spasiya hemû endaman kir ku ji bo vejandina helkeftên meha Adarê bi xweşî û xemên wê, bi taybetî cejna neteweyî ya Newrozê û serketinên Xwecihiyê behiskir..

Û herwiha di civînê de beşdaran rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî gotûbêjkirin..

 

Û ji xexekî din ve di civînê de behsa civînên ku ji aliyê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ve hatin lidarxistin û nameya ku wê ji bo Hevbendî derbarê navçeyên di bin kontrola rêxistinên çekdar ên bi piştevaniya Tirkiyê de û binpêkirinên ku li Efrîn û Cindirêsê diqewimin û daxwaza encumenê ji rêxistinan derketina ji herêmên kurdî û radestkirina wan ji xelkên wan re.

 

Û ji aliyê xwe ve M, Ismaîl Feteh endamê emîndariya giştî ya ENK-S , behsa civîna awarte ya desteya giştî û biryarên ku jê derketine kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.