المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

0 73

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja çarşemê 1.2.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Û piştre serokê xwecihiyê M.Umer Emo behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê de kir.

Tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê pêşhatên navdewletî û navçeyî û şopandina hemû rewşa Sûriyê.Û bi dirêjî behsa nêzîkbûna dewleta Tirk û Sûriyê ya di bin sîwana Rûsyayê de kir.

Herwiha civatê rewşa ENKSê ji hemû aliyn ve gengeşe kir.Û

 

Mamoste Idrîs Şêx Xelef her wiha bal kişand ser biryarên rêveberiya PYDê, nedana keresteyên bingehîn û xwarinê û rewşa dijwar a ewlehî û jiyanê ya ku xelkê jê dikişîne, ku dibe sedema zêdebûna koçberiyê li derveyî welat.Û li ser gera nûnerê Amerîkî li herêmê ligel Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Rêveberiya Xweser, û gefên dewleta Tirk li ser herêmên kurdî axivî.

 

Herwih beşdaran pîrozbahî li Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriya kirin ji bo bi serkeftî encamdana konferansa wan, û hêviya serkeftinê ji wan re xwestin.

Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her M.Idrîs Şêx Xelef wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê,û xanim Wezna Osê û birêz Hemîd Temo wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

 

Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.