المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LAVROV: ÎRAN DÊ BEŞDARÎ PROSEYA ASAYÎKIRINA TIRKIYÊ Û REJÎMÊ BIBE.

0 67

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov eşkere kir ku duh, Sêşemê, bi armanca beşdariya Îranê di proseya çareserî û asayîkirina rewşa giştî ya di navbera Tirkiyê û rêjîma Sûriyê de, rêkeftinek pêk hatiye.

 

Lavrov got:” mentiqî ye ku têkiliyên dahatû yên ji bo asayîkirina peywendiyên Tirkiye-Sûriyê bi navbeynkariya Rûsya û Îranê bên kirin û Mosko jî piştgiriyê dide berjewendiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan di vê pêvajoyê de”.

 

 

Her wiha got: “Li ser dîrok û formulên pêş ên di asta leşkerî û dîplomatîk de, kar li ser tê kirin. Ji bo ku em bigihîjin encamên taybetî divê em pêşve biçin”.

 

 

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullehiyan di kongreyeke rojnamevanî de di 17.1.2023ab,

li paytexta Tirkiyê, Enqerê.

ligel hevtayê xwe yê Tirkiyê Mevlût Çawîş Oglû ragihand: “Welatê wî pêşwaziyê li danûstandinên navbera Tirkiyê û Sûriyê dike û pêwendiyên wan di xizmeta berjewendiyên herêmê de ye”.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.