المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN ..

0 88

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Şemiyê,1.7.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Ebdulhemîd Temo ve hat xwendin û hate nîqaşkirin.

 

 

Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin bi taybet vegerandina Sûrî bo Komara Erebî.Herwiha liv û tevgera ENKSê jî hat gotûbêjkirin.

Di dawiya civînê de,hemû endaman pîrozbahiya PDKSê kirin û serkeftin ji wan re xweştin li ser darxistina konferansê wan yê 12emîn.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.