المجلس الوطني الكوردي في سوريا

REJÎMA SÛRÎ CIWANEKÎ KURD JI EFRÎNÊ GIRTIYE..

0 96

Rêjîma Sûriyê di 27ê Hezîrana 2023an de, xortekî Kurd li devera Şehba li gundewarê Helebê girt û ew bir ser xizmeta neçar.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku di roja Sêşemê, 27.6.2023 an de.nuqteya kontrolê ya leşkerî li Firqeya çara ya rêjîma Sûriyê Alan Luqman Eydo ji taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê vedigeriyan, piştî ku cil û berg û pêdiviyên Cejna Qurbanê peyda kirin wî girtin.

Herwiha Rêxistinê destnîşan kir ku girtin ji ber xizmeta mecbûrî pêk hatiye, di heman demê de hin xortên ku ji bo leşkeriyê dihatin xwestin mîqdarên pereyan didin personelên nuqteya kontrolê da ku bê asteng derbas bibin û vegerin warên xwe.

Ciwanê bi navê Alan, 19 salî ye û ji gundê Çençeliya, navçeya Raco, li gundewarê Efrînê, li Kurdistana Sûriyê, li kampên awareyên Efrînê li Şehbayê rûdine.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.