Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja pêncşemê, 28.9.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Ebdulhemîd Temo ve hat xwendin û hate nîqaşkirin.
Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.
Di civatê de,biryara rêveberiya PYDê ya bilindkirina nirxê mazotê, ku dibe sedema bilindkirina nirxê hemû kelûpelan,ya ku zirareke cidî li jiyana mirovan dike.Ji ber bilindbûna nirxê dolar û rewşa dijwar a jiyanê, ku xeniqandina welatiyan zêde dike û wî neçarî koçberiyê dike,hate gotûbêjkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah