المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST..

0 197

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja pêncşemê 28.9.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Fewaz Bengo ve û piştre xwecihî xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Û tekezî li ser pêşxistina karê encumenê di vê qonaxa de bê kirin.

Herwiha rewşa siyasî, Pêşhatên dawî yên li qada navneteweyî û herêmî hatin gotûbêjkirin.
Bi biryara rêveberiya PYDê ya bilindkirina nirxê mazotê, ku dibe sedema bilindkirina nirxê hemû kelûpelan,ya ku zirareke cidî li jiyana mirovan dike.

Ji ber bilindbûna nirxê dolar û rewşa dijwar a jiyanê, ku xeniqandina welatiyan zêde dike û wî neçarî koçberiyê dike,hate gotûbêjkirin

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.