المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera Sêyemîn li ser koçbarkirina xebatkar “Mihemed Emîn Ebas” re derbas dibe …  

0 170

Xebatkar Mihemed Emîn Ebas “Bavê Mizgîn” ku kesekî xwedî rol bû di kar û xebata xwe de di civaka siyasî ya kurdî de dihat naskirin , ev 3 sal derbas dibin ser koça wî bi sedema Korona .

 

Û di ciwaniya xwe ve kesayetekî heskirî bû bi rêbaza Barzanî ve û di sala ” 1980″an de, tevlî nava refên partî bû û xebata xwe ya siyasî de berdewam dikir ji bo miletê kurd bighin mafê xwe yê rewa …

 

Ronahiyek ser jiyan û dîroka xebatkar Bavê Mizgîn:

– “Mihemed Emîn ” bavê Mizgîn di sala “1964” an li gundê ” Qastepan” yê bi ser navçeya Çilaxa ve li kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye .

 

– xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe xwend , piştre berê xwe de bajarê Qamişlo û xwendina xwe ya amadayî û navendî li wir bi dawî kir ..

– di sala ” 1980″ an de , tevlî tevgera kurdî bû , û herwiha xebatkar ” Bavê Mizgîn ” bi niştîmanperweriya xwe dihat naskirin û bi kar û xebata xwe ya netewayî de her berdewam bû ji bo doza mafê gelê kurd ..

 

Û tê zanîn ku ” Bavê Mizgîn ” endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Domîz a PDK_Sê,

di 25ê Êlûna 2020an , rastî nexweşiyê bû , û ji bo nexweşxaneya Azadî li parêzgeha Duhokê hatibû veguhestin ji bo çareseriyeke bijîşkî wergire lê ji ber giranbûna nexweşiya wî di ” 28″ ê Êlûna 2020″ koça dawî kir …

 

Û bi merasîmek geş ji aliyê milet û Partiyên siyasî û kesûkarên wî li gundê ” Qastepan ” bi xakê hate spartin û îro hevalê wî hatin serdana gora wî .

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.